NAVENDA NÛÇEYAN – Li Aşiklar Tepesî ya Navçeya Çayirova ya Kocaeliyê wesayîta endamê MHP’ê yê faşîst ji aliyê Milîsên HBDH Îmran Firtîna ve hate şewitandin.
“8’ê Mijdarê saet di 23.30’an de li qada Aşiklar Tepesî ya Navçeya Çayirova ya Kocaeliyê wesayîta endamê faşîst ê MHP’ê ji aliyê Milîsên Îmran Firtîna ve hate şewitandin. Bi çalakiyan re em têkoşîna gelê xwe yê ku bi berxwedana xwe ya bi rûmet li dijî her cure zext û zilma rejîma faşîst a faşîst Erdogan bi rojan kolan neterikand, silav dikin. Hûn ê li ber têkoşîna me ya yekbûyî ya şoreşgerî ya ku roj bi roj mezin dibe hesab bidin gel!
Îro roja tevlîbûna kesên ji bo îrade û rûmeta xwe ya civakî li berxwe didin e. Roj roja piştgirîkirina xort, pîr, zarok û jinan e ku li Kurdistanê rê nadin dagirkeran.
Banga me ji hemû welatparêz û şoreşgeran re ev e; Werin em têkoşîna xwe li dijî tayînkirina qeyûman mezin bikin!”