ŞENGAL- Bîranîna lehengên fedayî Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn ji aliyê ciwanên Şengalê hat lidarxistin.
Doh li Şengalê Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn ku di çalakiyekê dîrokî dijî faşîzma dewleta tirkê de canên xwe feda kir bi merasîmekê hatin bîranîn. Ev bîranîn li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan ji aliyê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê û Însîyatîfa Ciwanên Ereb hat lidarxistin.
Di 23’ê Cotmehê Şehîd Asya Alî û Şehîd Rojger Hêlîn bi çalakiyeke fedayî li hemberî navenda TUSAŞ a li Enqere derbeke mezin li dilê dijmin dan. Ji bo azadiya Rêber Apo û hemû gelên azadîxwaz wan canên xwe feda kir. Çalakiya Şehîd Asya û Şehîd Rojger xwedî wateyekê mezin ji bo hemû gelan aştîxwaze û taybetî ji bo gelan Kurdistanê ku her roj bi faşîzmê tirk rû bi rû dimînin. Ev çalakî bû hincet bo dewleta tirk ku êrîşên pir giran da destpêkirin. Li Şengalê 6 şervanên YBŞ şehîd ket. Li dijî êrişên qirej ên dewleta tirk û bi ruhê qehremanan Şehîd Asya û Şehîd Rojger gelê Rojava, Şengal û Başûr biryardariya xwe ya xurtkirina têkoşînê nîşan dan.
Di bîranînê de piştî axaftinekê ji aliyê Rêveberîya Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê nameyên Şehîd Asya û Şehîd Rojger hat xwendin. Piştî vê jî ciwanan ku beşdar bûn nav Şehîdlîkê meşian. Ciwanan îdîa kir ku Şehîd Asya û Şehîd Rojger pêşengên wan in û ku bi ruhê wan ew ê rêxistina wan û berxwedana wan mezin bikin.