NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK Stenbol/Kuçukçekmeceyê diyar kirin ku çalakiya girtina rê li dar xistine.
YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku li Taxa Kanarya ya navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê çalakiya girtina rê li dar xistine û bang li hemû ciwanan kir ku berxwedanê mezin bikin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
”Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek, em bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me li navçeya Kuçukçekmece ya Stenbolê li Taxa Kanarya çalakiyek girtina rê li dar xistin. Em ê vê berxwedana ku li Kurdistanê dişewite û mezin dibe, li metropolên Tirkiyeyê jî xurt bikin. Divê her kes bizane ku çalakiyên me wê li her derê bidomin. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku cihê xwe di nava refên YCWK’ê de bigirin.”