TEBQA – 25’ê Mijdarê wek destpêka pêngava têkoşîna li dijî zayendperestiyê tê dest girtin. Bi nêzîkbûna 25’ê Mijdarê jinên ciwan ên Tebqayê biryar dan ku panelekê li dar bixin.
Îro piştî nîvro, li navenda Navenda Ciwanan bi amadebûna endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan, saziyên sivîl, partiyên siyasî û malbatên şehîdan panelek ji bo têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan hat organîzekirin.
Kesên ku amade bûn hatin pêşwazîkirin û piştî deqeyek rêzgirtin ji bo giyanê pakê şehîdan, li ser tundiya li ser jinan û ziyanên tundiya li nav malan û civakê nîqaş hatin kirin.
Beşdaran nêrîn û pêşniyarên xwe anîn ziman. Mînak hatin dayîn ku divê jinên ciwan li dijî şîdeta li malê jî çalak bin. Mînak çawa îradeya jinan di malê de tê şikandin.
Her wiha beşdaran ji bo zêdekirina têgihîştinê der barê zirarên zewicandina di temenê biçûk de û xetereya sûcên bi navê şeref û namûsê de tên kirin, pêşniyar kir ku panel û civînên bi vî rengî werin lidarxistin.
Di dawiyê de sînevîzyona têkildarî 25’ê Mijdarê roja li dijî tundiya li ser jinê hate nîşandan.