COLEMÊRG – Li Colemêrgê jî ciwanan li kolanên bi çalakiyên xwe qeyûman şermezar kirin. Wesayîta zirxî ya ku di nav heriyê de asê mabû bi tirimpêle hat rakirin.
Ciwanan li navenda Colemêrgê li dijî tayînkirina qeyûman li şaredariyên Bajarê Mezin ên Mêrdîn, Êlih û Riha/Xelfetî (Xelfetî) meşiyan. Ciwanan li kolanan bê navber siloganên “Bê Serok APO”, “Bê Serok jiyan nabe” û “Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe gor” qîriyan. Li Yenî Mahalle ciwanan barîkat danîn û agir pêxistin. Ciwanan bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan a bi bombeya gazê.
Wesayîta zirxî dema dixwest barîkatê derbas bike di xendeqê de asê ma. Wesayîta zirxî ya ku çerxên wê nekarin bi kar bînin, ji cihê bûyerê bi wesayitekê hat girtin.