NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK ragihand ku yekîneyên Amedê li du baskan çalakî li dar xistin.
Daxuyaniya YCWK’ê wiha ye:
“Yekîneyên me yên YCWK’ê yên Amedê Seyrantepe di 09.11.2024’an de fîşekên hewayî û teqemenî avêtin wesayîta dijmin a li ser Dörtyolê rawestiyabû û kolana Elezîzê demekê ji her du aliyan ve li trafîkê hat girtin.
“Yekîneyên me ji du baskan ve çalakiyek li dar xistin. Weke yekîneyên YCWK’ê yên Seyrantepe em bang li hemû ciwanên Amedê dikin ku dakevin qadan, li dijî polîtîkaya qirêj a dijmin a li ser gelê Kurd rabin ser piyan, xwedî li taxên xwe derbikevin. Kolanan bikin qada berxwedanê. Em soz didin ku em ê her tim li qadan bin.”