NAVENDA NÛÇEYAN – MJAR’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku milîsên wê li Gever û Wanê barîkat danîne û li dijî qereqolê çalakiyek li dar xistine.
MJAR (Milîsên Jinên Agir û Rojê) têkildarî çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûmê ev agahî parve kir:
“Çalakiyên me yên li dijî dagirkeriyê yên li Wan, Colemêrg û Geverê di roja 7. de berdewam dikin, li taxan belav dibin.
Di pêşengiya yekîneyên me de li kolanên qelebalix ên Taxa Bağlar a Colemêrgê agir hate pêxistin û barîkat hatin danîn. Yekîneyên me bersiv dan û dijmin paşve xistin. Yekîneyên me li taxên Xaçort, Altintepe û Kevenli yên Wanê agir û barîkat danîn.
Û careke din banga me ji bo jin, ciwanên welatparêz û gelên ku dilê wan bi agirê tolhildanê dişewite ev e;
Berxwedan li kolan û qadan e. Li her derê jin û ciwan cihê nerazîbûnê ye, divê hemû kolanên me li dijî polîsên dagirker bi barîkatan bên girtin. Divê her jin û ciwanê Kurd ji bîr neke ku pêşeng in. Kolan û qadên me ne, em wan nahêlin. Em ê li ber xwe bidin heta ku em encam bigirin!
“HER DER SERHIL E, HER DER BERXWEDAN E”