NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê li gelek cihen yên Mêrdînê li dijî dagirkeran çalakî li dar xist. Di çalakiyan de rê hatin girtin, bi polîsan re pevçûn derket, wesayîtên zirxî yên dagirkeran bi molotof û fîşekên hewayî hatin derbkirin. YCWK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew ê êrîşên li ser ciwanên Kurd bê bersiv nehêlin.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
Qoser
Di çarçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 9’ê Mijdarê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên me li gelek nuqteyan rê li trafîkê girtin û bi saetan bi polîsên dagirker re pevçûn derketin.
Merdin
9’ê Mijdarê yekîneyên me li navenda Mêrdînê rê li trafîkê girtin û bi polîsan re pevçûn derket.
Yekîneyên me yên Mêrdîn/Qoserê 10’ê Mijdarê di saetên êvarê de li dijî dagirkeran çalakiyek li dar xistin. Di çalakiyan de yekîneyên me bi kevir, fîşekên hewayî û molotofan bersiv dan polîsên dagirker û maşînên zirxî. Di van saetan de yekîneyên me çalakiyên xwe hê jî didomînin. Çalakiyên me yên li hemû qadan wê bidomin.”