KASSEL – Ciwanên enternasyonalîst li Kassel ji bo meşê mezin a 16’ê Mijdarê çalakiya pankart organîze kirin. Li bajarê Kassel ê Elmanyayê li ser Abîdeya Herkulesê pankartek “Ji Ocalan re Azadî! Ji Kurdistanê re Aştî!” daliqandin. Di daxuyaniyê de ciwanan enternasyonalîst bang li gel kirin ku beşdarî meşê mezin ji bo Rêber APO bibin.
Daxuyanî wiha ye;
“Îro di sibeha 10’ê Mijdarê de em weke komek ciwanên enternasyonalîst li Kasselê hilkişiyan ser Herkulê (Heykel) û bi dengekî bilind daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO xwestin. Xwepêşandana ji bo azadiya Rêber APO saet 11:00, Deutzer Werft li Kolnê tê organîzekirin. Nêrînên Ocalan yên azadiya jinê, demokrasî û ekolojiyê li hemû cîhanê belav dibe û ji bo me ciwanên Elmanyayê jî mînakek e. Em silavên şoreşgerî ji hemû gelên azadîxwaz, hemû yên girtî, tevgera azadiya Kurd û Abdullah Ocalan re dişînin!”