NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Aldar Xelîl bîranînên xwe yê bi Rêbertî re û giringiya femkirina Rêbertî ji ajansa me re vegot. Aldar Xelil di hevpeyvîna xwe de pirsên weke ‘ciwan divê rastiya Rêbertî çawa dest bigrin, naskirin û femkirina Rêbertî çawa dibe?’ bersivand.
Xelîl diyar kir ku Ciwanên vê demê de jîyan dikin, nifşê anha fersendên dîrokî li pêşîya wan e û got ‘’ Ji bo ciwanan derfet jî hene, lê li beramberî wê êrîş jî hene, şerê taybet jî heye, şêwazên cuda cuda êrîş li ser ciwanan de heye. Dixwazin wan dûrî lêgerîna rastîyê bikin, dixwazin ciwan wûsa bêwate jîyan bikin. Ciwan wûsa tenê bi tiştên rojane mijûl bibin’’ Ji bo ciwanan li beramberî van êrîşan rêya çareserîyê ji nişan da, û bal kişand li ser rol û temsîlkirina civanan ya ji bo pêşeroja azad.
Giştî hevpeyvîn wiha ye;
‘’Herdem însan, gerdûn û zindî di nav lêgerîneke de ne, ji bo bigihêjin rastîyê. Lêgerîna rastîyê dibe wek armancekî ji tevgera gerdûn û cîhanê tevahî jî. Yek ji wan jî însan e. Serokatî jî yek ji wan pêşeng û zanyarên ji nav mîrovahî dereketin, wek fedaîyên lêgerîna rastîye tê pênasekirin. Û wî dikaribû di kesayeta xwe de rastîya jîyanê, rastîya azadîyê, rastîya mirovahîyê, rastîya heskirinê, rastîya hemû tiştên pîroz dikarîbûn kesayeta xwe de temsîl bike. Ji ber ku ew gihaştibû encama lêgerina rastîyê û ji bo wê di tevî jiyana xwe de hertim têkoşîn kir. Heta niha îro jî têkoşîn dike. Hemû şoreşger û mîlîtanên ku dixwazin ew jî li ser rêya rastîyê, lêgerîna rastîyê berdewam bikin li ser şopa Serokatî bêgûman ji bo bigihêjin rastîyê, bigihêjin heqîqetê ew jî dikevin nava hewldanekî û vê dizanin.
Ji bo em bigihêjin heqîqetê divê em bigihêjin rastîya Serokatî. Rastîya Serokatî esas gihandina rastîya cewherê bixwe ye. Dema em jî ciwan bûn lêgerînên me hebûn. Belkî wekî anha wûsa watedayîn, kûrbûyîn tunebû lê lêgerînek hebû. Yanî em Kurd in, mafê me tê pinpêkirin, nasnameya me tê wendakirin, sîyaseta qirkirin û tunekirinê li ser me tê meşandin, hemû tiştên me qedexeye, welatê me ji me hatîye standin, heta navê me ji me hatîye standin, heta navê gundê me hatîye guhertin, bi zimanê xwe em nikarin biaxivin, bi zimanê xwe em nikarin şahî bikin, bi zimanê xwe em nikarin bigrîn; bi hestê xwe, li gorî çanda xwe, li gorî rastîya xwe me nikarîbû jîyan kiriba. Ji ber rejîma BAAS û rejîma Sûrîyê hikim dikir. Rastîya wê herkes dizane. Di wan deman de lêgerînek çawa bû? Yanî me wûsa fêm dikir; wek ciwanên Kurd heger ez dixwazim bigihêjim rastîyê wê çaxê divê em Kurdistanê ava bikin. Ji bo ku em di Kurdistanê de azad jîyan bikin. Civakekê adalêt tê de hebe, wekhevî tê de hebe, aramî hebe, azad bibe, heskirin tê de hebe…Yanî ciwanan bi vî rengî, di nava hestekî wûsa, di nava lêgerînekî wûsa me dixwest em çawa vî tiştî pêk bînin.
Di wan deman de tevgera Apocî dihat naskirin. Tevger li ser Serokatî dihat naskirin. Wek xewn û xeyalek bû. Me jî kar û xebat dikir di nav ciwanan de, di nav xwendevanan de. Lê me digot gelo em karibin Serokatî bibînin? Bi rastî bêjim wê çaxê me wûsa watedayîna kûr ya rastîya Serokatî, em ne di wê ferqê de bûn. Heta anha carna ez vê ji xwe re dibêjim; ‘’Xwezila dema wê çaxê me Serokatî dît wek anha me Serokatî fêm bikira’’ Yanî me ew fîzîkî dît, lê me nekarîbû fêm bikira, me nekarîbû wate dabaya rastîya Serokatî. Alî hestewarî û netewî bêhtir li pêş bû. Alî watedayîn û kûrbûyîn tune bû. Tenê hestewarîya welatparêzek e, ciwanek e û dixwaze ji bo eşqa xwe, ji bo miletê xwe, ji bo doza xwe dixwaze tiştek bike. Û ew doz û ew welat û ew xebat tev di kesayeta Serokatî de tê temsil kirin. Yanî em ciwanekî bi vî rengî bûn. Ji bo wê dema Serokatî dît, her çiqas bi mehan em li akademîyê man, me Serokatî dit, me perwerde didît, Serokatî dihat der didan. Voleybolê dilîst, ders jî dida, di jîyanê de bi me re bûn. Hemû tevgerên wî perwerde bûn. Lê anha ez difikirim pir tişten wê hebûn me nekarîbû baş fêm bikira. Em ne di wê hêzê de bûn.
Ger behsa bê şansîya xwe bikin bê şansîya me ev bû; em ne di wê astê da bûn rastîya Serokatî fêm bikin, manê bidin. Me jî bi rengekî wûsa wek klasîk, kevneşopîyên Rojhilata Navîn çawa serokan dinirxînin, pêşengan dinirxînin, me jî wiha bi vî rengî serokê xwe dinihêrî. Lê Serokatî bixwe şewazekî jiyanê, felsefeyekî jîyanê, Serokatî bi xwe hereket e, Serokatî bi xwe partîye. Serokatî bi xwe temsila îradeya azad dike, em ne di wê ferqê de bûn. Tenê me Serok hesdikir, yan jî girêdanekî hestîyarî bi Serok re bûn. Ji ber wê jî anha tê bîra min ez dixwazim hinek tiştê ku me jîyan kir, li ser Serok dema ez dixwazim binirxînim ez disekinim, ezê çi bêjim. Ji ber ku ez ne di wê astê de bûm ez wate bidim wan tiştên Serok. Û tu li beramberî Serokekî wiha xwe wate, xwedî pîrozahî, xwedî bandor, xwedî fikrekî kûr, pêşdîtinên wî kûr… Tu jî beramberî wî tenê temaşe bikî û hinek tiştan wate nedî anha mirov difikire çiqas kêmmayînek di ortê de maye. Seraokatî berîya her tiştî dema te wê didît te hêz digirt, te manewîyat digirt, hêvî li cem te çêdibû. Çiqas tiştek zehmet di pêşîya me de ba, me li Serokatî dinihêrt me digot temam ew tişt wê pêk bê. Ji ber çi? Ji ber hêza çareserîyê pêş dixist, hêvî li pêş dixist. Pir caran tiştên biçûk di jîyanê de derdiketin, tiştên rojane jî Serokatî hemû tişt dinirxand. Mane didayê, tiştekî bêwate nedihîşt. Ya me hin tişt di jîyana me de derbas dibî em nedifikirîn. Serok ne wilo bû, Serok hemû tişt baş hesap dikir.
Êdi anha ger em bixwazin li beramberî rastîya Serokatî xwe binirxînin, ji bilî rexnedayînê tiştek li pêşîya me namîne. Cewherekî wûsa di nav me de bûn lê me qiymeta wî nedizanîbûn. Anha jî bi rastî em baş qiymeta wî nizanin. Anha jî piştî komplo pêk hat, Serokatî di dest dijmin de ye, esîr e di destê dijmin de lê dîsa jî hîn tiştên tê xwestin em nikarin wê nêzikatîyê nîşan bidin. Ev vê dide nîşandan; bi heqîqetê re yekbûyîn li cem me kêm e. Em di bin bandora bûyerên rojane de, di bin bandora bûyerên demê de bi hevdu re didin û distînin, bi hevdu re kar dikin, xebatê dikin. Lê Serok ne wilo bû. Serok plansazîyê demdirêj bû, xwedî stratejî bû. Serok dema dihat plan dikir, çi bide ji bo bigihêje ku û kî çi axaftin kiriba yekser ew wûsa nasdikir. Ne ku Alim -el Xeyb bû, xeybê zanibûn, Na! Ji ber kû ewqasî kûr bûn, di zanistê xwe de, di tecrubeya xwe de, kûrbûyîna çandî ya cem wî dikarîbû sosyolojîya insana fêm bike. Dizanibû,tu çawa sekinî, tu çawa rûdinî, tu çawa diaxivî, tu çawa dixwe û vedixwî hemû tişt dizivirand hindirê kesayêtê û wate didayê. Kesayeta kole çi ye, kesayeta azad çawa ye, kesayeta hema bi rojan jiyana xwe derbas dike çawa ye û yê xwedî armanç çawa ye…
Em ciwan bûn, me ji xwe re digot em xwedî armanc in, em xwedî hedef in. Lê wexta me Serokatî dît, rast e hestên me xwedî armanc in lê pratîka me li gorî wê armancê naçe. Pratîka me tenê em hestên xwe têr dikin. Tenê em hestên xwe têr dikin û em dibêjin wa me ji bo gelê xwe tiştek kir. Lê gihandina rastîyê wûsa nabe. Lêgervanên rastîyê pir kûr dibin, lêgervanên rastîyê eas bi rastîyê re dibin yek. Ji bo wê jî carna tê gotin digihêje asta eşqê, tu bi rastîyên gotinê digerî û dibî aşiqê wê. Yanî tu welat dixwazi tu dibî aşiqa welatê xwe, azadîyê dixwazî tu dibî aşiqê azadîyê, tu wekhevîyê dixwazî edaletê dixwazî tu dibî aşiqê wê. Aşiq jî helandina di nava wê armancê de ye.
Me li kêleka nirxê herî mezin jîyan dikir demekî, lê anha em dibêjin çawa demekî wilo derbas bû me nikarîbû em baş binirxînin. Belkî me baş binirxanda anha asta me ya lêhurbûnê jî, asta me ya xebatê jî, berhemêkî me jê digirtin wê cuda bûya. Carna hinek dibêjin hûn bi şens bûn wê Serok dît. Rast e vê alî de wek şans hesab bike, lê li alîyekî din de mijarekî me yê rexnedayînê ye jî. Ji ber ku barê me girantir dibe. Me Serok dît lê em nikarin rastîya Serok li gorî tê xwestin temsîl bikin. Ev me digihêjîne vê encamê; ne şart e dîtina Serok û li gel mayîya Serok. Her çiqasî ew şansekî pir mezin e, pîroz e, li dest her kesî nediket lê Hevala Zilan di 96’an de ev îspat kir. Dema Heval Zilan çalakîya xwe kir ew nehatibû gel Serok, nedîtibûn, lê bi Serok re bû yek. Gihaşt derecekî wexta xwe feda kir got edî ez bi rastîyê re dibim yek, ez dixwazim Serok biparêzim, ez dixwazim hereket biparêz im, ez dixwazim hemleyekê bikim, ez dixwazim erîşê li ser miletê xwe bidim rawestandin. Yekbûna bi Serok re ev e, tu bigihêjî wê heqîqetê.
Berî demekî çalakîyekê li Enqerê hat kirin. Alîyê sîyasî û alîyên din ez nanirxînim, tenê dema mirov name wan herdu hevalan dixwîne mirov li beramberî cewhera tiştê ku di name xwe de nivîsandine, mirov sekinî dimîne, mirov çi bêje nizane. Însan ewqasî bi heqîqetê re bibe yek, bi Serok re bibe yek, bigihêje eşqa azadîyê bi vî pîrozahîya hanê, û bi vî bawerîya hanê berê xwe bide armancekî û bê tereddut erka xwe pêk bîne ne tiştekî wilo biçuk e. Berîya wê ji salek Heval Rojhat û Heval Erdal dîsa bi wî rihê, berîya wê dîsa Heval Sara û Heval Ruken… Yanî ev rihekî ye. Esas yekbûna Serok re ev e.
Serok carna digot Hakî Karer rihê min ê weşartî bû. Hevalê Hakî Karer bi Serok dihesîya. Beyî ku Serok tiştek bêje fêm dikir gerek çi bike, yan kjî Serok çi dixwaze. Em ciwan bûn, em diçûn cem Serok, ancax Serok deh cara bigota me heta carek fêm dikir. Ew jî me çawa fêm dikir, çi bigotaya me wê fêm dikir. Kûrbûna bi ku de diçû ew asta me tune bû, ew kûrbûyîn jî tune bû. Ez gihaştim vê qenaatê; însan ne tenê şart etiştan zanibe, ya grîng manê bide tiştê ku dizane. Anha pir tiştê Serok hene belkî em tev dizanin lê em çiqas manê didin ew tiştên Serok, van alîyan de em kêm dimînin. Edî em wek hevalên Asya û Rojger û Rojhat û Erdal û Sara û Ruken û Zilan tînin bîra xwe, mirov fêm dike ku esas ya ku Serok dîtine ew in. Ya me tenê dîtinekê fîzîkî ye, lê ya wan di rih de Serok dîtin, bi Serok bûn yek. Telahumekê cewherî çêbû. Tişt dema bûn cewherî kes nema dikare pêşîya wê bigre. Û esas bi yekbûna rastîya Serokatî re ev e.
Êdî ciwanên me yên vê demê jî bila wûsa nebêjîn; min Serok nedît, ez bê şans im. Serok gotibû paraznameyên min li ku derê bin ez li wir im. Piştî mirov pareznameyan bixwîne di wan pareznameyan de rastîya jîyan gerek çawa be li wir tê dîyar kirin. Civak çawa jîyan bike li wir de tê dîyar kirin. Takekes çawa jîyan bike li wir de tê dîyar kirin. Û însanê azad wê çawa be li wir de tê dîyar kirin. Bi taybet jin di serî de, û ciwan û hemû civak. Êdi ev rastî derketîye holê; ger em dixwazin bi rumet û azad jîyan bikin li gorî pareznameyan jîyana xwe rêxistin bikin, kesayeta xwe rêxistin bikin. Ciwanên me yên anha dikarin pareznameyê Serok bi rojane bixwînin. Dikarin xwe li gorî wê dîzayn bikin, xwe li gorî wê rêxistin bikin, xwe li gorî wê zane bikin û pêşbixin. Wê çaxê bi Serok bibin yek. Wê çaxê êdî tu kes nabê ‘min Serok nedît’. Erê Serok li Îmralîyê ye, lê dikare di rêya yêkbûyîna rihî re bigihêje Serok û bi kêlî kêlî Serok bihese. Ya herî grîng ev e. Ji xwe dema tu Serok re dibî yek tu azad dibî.
Ji bo wê jî bala xwe bidinê em derbasa sala domandina hamleya azadîya Serok dibin. Pir kesên bîyanî, pir kesên ku tu carî Serok nedîtine û zimanê Serok jî nizanin, zimanê kurdî nizanin û zimanê tirkî jî nizanin, zimanên erebî jî nizanin…Heta hinek netewên cuda cuda ne, ne ji xelkê li vê heremê ne jî. Xelkê heremê û yên bîyanî jî di nav de bala xwe bidinê dibêjin azadîya Serok azadîya me ye. Û ne tenê alîyê polîtik de dibêjin, ew rastî gihîştine wê kûrahîyê ji bo ew azad jîyan biki, ji bo ew bi rûmet jîyan bikin divê Serok azad be. Yanî dixwazin bigihêjin Serok. Ji ber ku pir însan belkî fîzîkî ji Serok dûr in jî lê dikarin rihê Serok temsîl bikin. Lêgerîna rastîyê ev e û gihandina rastîyê jî wûsa çêdibe. Heger anha hinek zanyar difikirn çawa bigihêjin rojê, bigihêjin rastîya ruhahengîyê, tehlîl bikin, gerdûnê şirove bikin ew dixwazin bigihêjin hinek rastîyan. Em jî dibêjin gihandina rastîya mirovahîyê gihandina rastîya Serokatîyê ye, yêkbûyîna bi Serokatî re ye. Tu van pêk bînî pirsgirêka te yan netewî jî çareser dibe, pirsgirêka te ya nasnameyê jî çareser dibe, pirsgirêka te yê olî û bawerî jî çareser dibe, pirsgirêka te yê aborî jî çareser dibe, pirsgirêka te yê polîtik jî çareser dibe. Hemû pirsgirêk çareser dibin ji ber ku tu êdî bi rastîyê re dibî yek.
Ciwanên me yên di vê demê de jîyan dikin, nifşê anha fersendên dîrokî li pêşîya wan e. Derfet jî hene, lê li beramberî wê êrîş jî hene, şerê taybet jî heye, şêwazên cuda cuda êrîş li ser ciwanan de heye. Dixwazin wan dûrî lêgerîna rastîyê bikin, dixwazin ciwan wûsa bêwate jîyan bikin. Ciwan wûsa tenê bi tiştên rojane mijûl bibin lê ciwanên ku di nava lêgerîna rastîyê de bin ewê karibin pêşêroja azad temsîl bikin. Wê karibin xwe bigihênin wê rastîyê û bibin xwedî rolêk bi pêşengtîya ya civakê.’’