NAVENDA NÛÇEYAN – Li Bakûrê Kurdistanê serhildanên gel ên ku bi desteserkirina îradeyê ve dest pê kir û hîna jî berdewam dike. Di pêşengiya ciwanan de derbeyên giran li dewleta Tirk a dagirker tê xistin. Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku êvara 10’ê Mijdarê li Wan/Xaçort û taxên Êlîhê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine û şer tevahiya şevê berdewam kiriye.
Daxuyaniya YÇWK’ê wiha ye:
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, 10’ê Mijdarê danê êvarê li taxên Wan/Xaçort û Êlîhê çalakiyên li dijî dagirkeran berdewam kirin. Li gelek nuqteyên Wan û Elîhê yekîneyên me bi saetan bi polîsên dagirker re şer kirin. Îşkenceya li ser gelê Kurd ku bi taybetî di van demên dawî de derketiye pêş, ne yekem e.
Gelê ku tu carî serî li ber siyaseta îmha û înkarê ya ku bi salan e li Kurdistanê dimeşîne, li hemberî van jî bêdeng namîne. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku li ser esasê hişmendiya şerê gel ê Şoreşgerî û parastina rewa tevlî nava refên YCWK’ê bibin.