NAVENDA NÛÇEYAN- Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) daxuyand ku 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker di çalakiyên wan de hatine kuştin.
Hate diyarkirin ku li hember êriş û polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çalakiyên wan ên bersivdayînê didomin û ev agahî hatin dayîn:
“Li hemberê êriş û polîtîkayên Dewleta Tirk a dagirker û komên çeteyên girêdayê wê ên ku xwe didin pêş çalakiyên me yên bersivdayînê didomin.
Di vê çarçoveyê de;
1- Di roja 3’ê Mijdarê de li xeta Ezazê di çalakiya sekvanî de çeteyek dagirker hate kuştin.
2- Di roja 4’ê Mijdarê de li xeta Mare 2 çalakiyên sekvanî hatin lidarxistin di encamê de 2 çeteyên dagirker hatin kuştin.
Di encama van çalakiyên hêzên me de bi giştî 3 çeteyên dagirker hatin kuştin.”