NAVENDA NÛÇEYAN – Di aloziya a ku bi tayînkirina qeymeqamê îradeya gel a li Bakurê Kurdistanê dest pê kir de, di pêşengiya ciwanan de derbeyên giran li ser dewleta Tirk a dagirker tê xistin. Yekîtiya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê (YCWK) ragihand ku êvara 10’ê Mijdarê li taxên Wan/Xaçort û Êlîhê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistine û pevçûn tevahiya şevê berdewam kirine.
Daxuyaniya YKÇK’ê wiha ye:
“Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî” de, 10’ê Mijdarê danê êvarê li taxên Wan/Xaçort û Êlîhê çalakiyên hêzên me yên li dijî dagirkeran berdewam kirin. Li gelek nuqteyên Wan û Elîhê yekîneyên me bi saetan bi polîsên dagirker re pevçûn derketin.
Gelê ku tu carî serî li ber siyaseta îmha û înkarê ya ku bi salan e li Kurdistanê dimeşîne, li hemberî van jî bêdeng namîne. Li dijî vê îmha, înkar û îşkenceya dagirkerên Tirk her rêgez rewa ye. Em bang li ciwanên welatparêz ên Kurdistanê dikin ku li ser esasê hişmendiya şerê gel ê Şoreşgerî û parastina rewa tevlî nava refên YCWK’ê bibin.”