NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK ya Êlîhê ragihand ku li dijî wesayîteke zirxî çalakiyek li dar xistine.
Li Bakurê Kurdistanê bi pêşengiya ciwanan berxwedana gel ku piştî darbeya qeyûman û desteserkirina îradeya li dijî şaredariyên Kurdistanê dest pê kir berdewam e. YCWK’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ew bi biryar in ku destûr nedin polîs û her cure personelên şerê taybet derbasî qadên wan bibin û parve kir ku li dijî wesayîta zirxî çalakiyek li dar xistine.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye;
Li dijî wesayîta zirxî ya yekîneyên me yên YCWK Êlîhê çalakî!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” 10’ê Mijdarê danê êvarê yekîneyên me li nuqteyên cuda yên Elîhê bi polîsan re pevçûn derketin. Yekîneyên me yên ku rê li taxan girtin, li dijî wesayîtên zirxî yên polîsan ên hêzên dagirker, çalakiyek bi kevir û fîşekên hewayî pêk anîn. Yekîneyên me yên ku di dema çalakiyan de destûr nedan polîs bikevin taxan, heta derengiya şevê çalakiya xwe berdewam kirin.”