MÊRDÎN – Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê berxwedana Ciwanên APO’yi ya li dijî tayînkirina qeyûman didome.
Ciwanên Ciwanên APO’yi ji bo şermezarkirina qeyûm li navçeya Qoserê ya Mêrdînê daketin qadan. Ji aliyê ciwanan ve dirûşmeyên “Gelê Kurd, ji xewê rabin, vîna xwe biparêzin!” hatin berzkirin. Lili dijî êrîşên dagirkerî ya dewleta Tirk ciwan kolanan naterikînin. Ciwanên Kurd di saetên êvarê de li taxan çalakiyan li dar dixin, bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşa polîsan.
Li gelek bajaran çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman ên şaredariyên Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê berdewam dikin.