FRANKFURT – Bi dehan jinên ku bi pêşengiya jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê hatin cem hev, ji bo gerîlayên jin ên ji bajarên Ewropayê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê bûne çalakiyek bibîranînê li dar xistin. Ji bo bîranîna Şehîd Berjîn Zenda, Seher Deniz, Tavîn Tekoşîn, Tîjda Ekecîk, Besê Tolhildan, Dîdar Harûn, Elefteria Hambî, Sara Tolhildan, Sara Dorşîn, Tekoşîn Koçgirî, Zenda Ekîn, Avaşîn Tekoşîn, Hêlîn Qereçox û Ronahî Amed sînevîzyona ku hatîye amadekirin hat nîşandan.
Piştî deqîqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, endama TekoJIN’ê Zîlan Mêrdîn gerîlayên jin ên şehîd bi bîr anî û got, “Em hemû jinên ciwan ên ku xwe ji vê pergalê rizgar kirin û li koka xwe vegeriyan, bi bîr tînin. Ji çar aliyên cîhanê hevalên enternasyonalîst tevlî têkoşîna azadiyê bûn. Hevalên weke Şehîd Avaşîn, Şehîd Lêgerîn û Şehîd Hêlîn şoreşa Kurdistanê weke şoreşa xwe dîtin. Wan dît ku di Şoreşa Jinê de jin di pergala baviksalarî de ji zincîrên koletiyê rizgar bû.”
Zîlan Mêrdîn diyar kir ku Têkoşîna Azadiyê têkoşîna hemû gelan e û got, “Ev şer ji bo jiyana azad û civaka azad tê meşandin. “Ji ber vê sedemê ev şer şerê gelan e.
Her wiha endama Komîteya Malbatên Şehîdan Zeynep Kara û (KOMAW) axaftinek kirin. Zeynep Kara got ku ew ê şopdarê têkoşîna şehîdan bin.
Li dû axaftinan notên ji rojnameyên jinên ciwan ên şervan ku di nava refên azadiyê de şehîd bûne hatin xwendin û li ber bîranînên wan soza dilsoziyê hate dayîn. Piştre sînevîzyona ji bo bîranîna şehîdan hatibû amadekirin hate pêşandan.
Çalakiya bîranînê bi dirûşme û tilîliyan bi dawî bû.