ŞEHBA – Îro li Şehba, xwendekarên Paymengeha Şehîd Viyan Amara nameya Ş. Asya û Ş. Rojger ên ku çalakiya fedaî pêk anîne xwendin.
Zêdetirî hefteyekê ye ciwanên Rojava û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rêze çalakiyên xwendinê li dar dixin. Ciwan tên cem hev û nameyên her du şehîdan ya Ş. Asya û Ş. Rojger dixwînin.
Çalakiya Ş.Asya Alî û Ş.Rojger Hêlîn yên Tabûra Nemiran ku li hemberî navenda hilberandina çekan a TUSAŞ pêkhat, di demeke pir kin de bû sembola dînamîzma ciwanan û têkoşîna berxwedanê ya Kurdan. Ji ber vê ciwan û xwendekar xwendina nameyên her du Şehîdan dikin erka xwe.
Xwendekarê bi navê Fatma Omer ku beşdarî xwendinê jî bû ev tişt got: ‘Li gorî min girîng e ku em nameyan Hevalan bixwînin. Her du heval Asya û Rojger bi Çalakiya xwe peyama ku em ê bi ser bikevin şandin. Peyama divê ciwan bêtir berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Ş. Asya û Ş. Rojger bi awayek profesyonel diçine ser hedefê. Weke her du hevalan divê em jî di xebatên xwe, hedefên xwe de profesyonel bin.”
Xwendina nameyan bi çepikan û qîrina “Şehîd namirin” bi dawî bû.