MÊRDÎN – Yekîneyên YCWK’ê li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li dijî wesayîtên zirxî çalakiyek li dar xist. Di daxuyaniyê de, “Piştî pevçûnên demdirêj, hêzên dagirker vekişiyan.” hat parve kirin.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava ‘Ji Rêber APO Re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd Re Çareserî’ 11’ê Mijdarê êvarê yekîneyên me yên YCWK’ê li 2 nuqteyên cuda yên navçeya Qoserê ya Mêrdînê çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyan de yekîneyên me li kolanan bi polîsan re pevçûn. Yekîneyên me bi kevir û fîşekên hewayî bersiv dan êrîşan. Piştî pevçûnên demdirêj, hêzên dagirker neçar man û vekişiyan. Pêşerojê de jî wê bi pêşengiya ciwan û jinên ciwan berxwedana gel mezin bike. Werin em bi ruhê şerê gel ê Şoreşgerî di nava refên YCWK’ê de bibin yek.”