NAVENDA NUÇEYAN- Bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, jinên ciwan li gelek navendên Kurdistanê meşên girseyî li dar dixin. Jinên ciwan wê di 18’ê Mijdarê de li qadên Mexmûr, Şengal û Rojava li hev bicivin û bi ruhê berxwedana ku di şexsê Rêber APO de li Îmraliyê tê meşandin, li dijî tundî û qetlîamên li ser jinan tê meşandin bimeşin. Di çarçoveya hemleya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de ku beriya salekê hate ragihandin, jinên ciwan wê dakevin qadan û li dijî her cure tundiyê têkoşîna xwe bilind bikin.
Divê jinên ciwan li dijî tecrîd û izolasyona li ser Rêber APO ku şîdetê herî mezin e, li dijî tundî, destavêtin û qetlîamên li ser jinan, li dijî dagirkerî û îmhakirina xaka Kurdistanê, li dijî şerê taybet û şerê psîkolojîk, xwedî helwest bin û têkoşîna xwe mezin bikin. Jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Êzidî, Suryan û Ermenî, ji bo dawî li her cure şîdetê bînin, wê rêxistinbûna xwe xurt bikin û mekanîzmayên xwe yên xweparastinê ava bikin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan ên li Mexmûr, Şengal û Rojava bang li hemû jinên ciwan dikin ku bi ruhê fedayî tevlî meşê bibin.
Agahî di derbarê meşan de:
Rojava:
Cîh û Mekan: Hesekê, Diwara Sinalko
Seat 13:00,
Mexmûr:
Cîh û Mekan: pêşiya Saziya Malbata Şehîdan
Seat 14:30,
Şengal:
Cîh û Mekan: Sînune,
Seat 14:00