HAMBÛRG – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dijîn, ji bo mîtînga mezin a Kolnê ya di 16’ê Mijdarê de li Kolnê di çarçoveya “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” bê lidarxistin, bê navber xebatên xwe didomînin.
Ciwanan serdana esnaf û malan kirin, li ser meşê belavok belav kirin û li qadên ku tîraja wan zêde ye afîş daliqandin.
Li ser navê TCŞ’ê Ferhat Merdîn jî diyar kir ku di şexsê Rêber APO de berxwedaneke mezin heye. Ferhat Mêrdîn, bal kişand ser girîngiya tevlîbûna ciwan, jinên ciwan ji bo meşa ku 16’ê Mijdarê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bê lidarxistin.