DÛSSELDORF – Amadekariyên meşa ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO di 16’ê Mijdarê de li bajarê Koln ê Elmanyayê bê lidarxistin, ji aliyê ciwanan ve didome. Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li paytexta Eyaleta Nordrhein-Westfalen a Elmanyayê (NRW) Dusseldorf esnafan ziyaret kirin, li ser mîtînga mezin a Kolnê belavok belav kirin û banga tevlîbûnê li ciwanan kirin.
Parlamentera berê ya HDP’ê Nursel Aydogan jî di nav de ciwanên ku li Dusseldorfê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” daketin qadan.
Li ser navê TCŞ’ê Serhat Amed jî wiha got: “Em ê di 16’ê Mijdarê de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO li Kolnê bin. Banga me ji bo ciwanên Kurd, gelê me yê welatparêz û dostên me ev e, em li Kolnê bin; Werin em tecrîdê bişkînin û bersiva dijmin bidin!”
Ji bo meşa Kolnê bangên bi Elmanî jî hatin kirin.