LOZAN – Ciwanên endamên TCŞ’ê (Tevgera Ciwanên Şoreşger) li bajarê Lozan ê Swîsreyê pankart li dar xistin.
Ciwanan diyar kirin ku armanca wan silavkirina gelê ku li Bakurê Kurdistanê li dijî bawermendên dewleta Tirk a faşîst û qirker li berxwe dide û banga meşa 16’ê Mijdarê ku di çarçoveya Pêngava Ji Rêber APO re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî, li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin kirin û diyar kirin ku divê hemû ciwanên welatparêz ên Kurdistanê li her qadê rol û mîsyona xwe bi cih bînin û têkoşînê bimeşînin.
Ciwanên ku pankarta “Azadî ji Ocalan re” daliqandin û ji pira qelebalix a li navenda bajarê Lozanê fîşekên hewayî teqandin û gotin: “Eger em azadiya fîzîkî ya Rêber APO dixwazin, ev berpirsyariya me ya ciwanên Kurdistanê ye. Li pêşiya me meşa 16’ê Mijdarê heye. Werin em di her qadê de xebatên xwe yên birêxistinkirinê bi lez bikin û li ser silavên Rêber APO ji me re hatine şandin, silavên xwe bi mîlyonan re bişînin. Ji ber vê yekê em bang li hemû gel û dostên xwe yên ji her temenî dikin ku tevlî çalakiya li Kolnê bê lidarxistin bibin.”
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.