LÛZERN – Jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) ên li bajarê Luzern ê Swîsreyê, ji bo meşa 16’ê Mijdarê ya ku Kolnê bê lidarxistin belavok belav kirin.
Çend roj beriya meşa mezin a Kolnê ku wê bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji çar aliyên Ewropayê beşdar bibin, jinên ciwan ên endamên Luzern TekoJIN’ê li navenda bajêr belavokên têkildarî tecrîda li ser Rêber APO belav kirin û hemû jinên ciwan û ciwanan banga meşê kirin.