ŞENGAL- Duh ji bo salvagera rizgarkirina Şengalê û li dijî êrişên dewleta tirk dagirker ciwanên Êzidî û Ereb meşekê lidarxistin. Taybetî jî êrîşa 10ê mehê ku di encamê de ciwanekê Êzidî bi navê Kerîm Hecî Şero şehîd ket hat şermezar kirin. Ji Kolika heta Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan meşiyan. Bi siloganan “Şehîd namirin”, “bijî berxwedana Şengalê” û “hey Şehîd xwîna te erdê namîne” ciwanan Şengalê biryardariya wan nişan dan.
Meş li Şehîdlîkê bi dawî bû. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna hemû şehîdan berxwedana Şengalê daxuyaniyekê hebû. Di axaftinê xwe de endamê Yekîtîya Ciwanên Êzidxanê Hemo Şengalî salvagera rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞê de 13ê mijdarê 2015 pîroz kir. Sedan şehîdan ku ji bo berxwedana Şengalê canê xwe feda kir bi bîr xist. Hemo Şengalî jî nîşan da çawa avakirina xweseriya Şengalê ser esasê fikrê Rêber APO berdewamiya pêvajoya rizgarkirina Şengalê temsîl dike. Herî dawî jî bo Şehîd Kerîm Hecî Şero û Hemû Şehîdên doza azadîya soza tolhildan hatiye kirin.
Piştî daxuyaniyê ciwanan çûn ser gora şehîdên. Mûm hatin vêxistin û gul li ber gora hatin deynin.