NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku Yekîneyên YCWK li Qoserê û Edeneyê dijî polîsên faşîst tedikoşiyan.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Çalakiyên yekîneyên me yên YCWK’ê yên Qoser û Edeneyê!”
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin”, 13’ê Mijdarê êvarê yekîneyên me li du taxên cuda yên Qoserê bi polîsan re pevçûn. Gelek caran bi hêzên Tirk ên faşîst re pevçûn derketin, êvara 13’ê Mijdarê dîsa yekîneyên me li Edeneyê li dijî polîsên faşîst ên dagirker şer kirin. Yekîneyên me yên ku rê girtine, bi kevir, fîşekên hewayî, molotof û bombeyên gazê li dagirkeran xistin.”
“Çalakiya yekîneyên me yên YCWK Qoserê li dijî dagirkeran!”
“13’ê Mijdarê êvarê yekîneyên me li navçeya Qoserê ya Mêrdînê li gelek nuqteyan rê girtin û rê li ber dagirkeran girtin. Çalakî hê jî didomin û yekîneyên me ji bo li qadê berxwedanê mezin bikin çalakî li dar dixin. Ji hemû êrîşan re wê bersiv bê dayîn. Ciwanên berxwedêr ber bi serkeftinê ve dimeşin. Em bang li we dikin ku di nava refên YCWK’ê de têkoşînê berfireh bikin.”