NAVENDA NÛÇEYAN – Milîsên Jinên Agir û Rojê (MJAR) ragihand ku li Stenbolê taxa ku polîsên faşîst lê dijîn trafoyêk û wesayîta endamê MHPê yê faşîst hat şewitandin.
Ravekirin wiha ye;
“Di 11’ê Mijdarê de yekîneyên me li dijî trafoya taxa ku polîsên faşîst ên li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê lê dimînin çalakiyeke sabotajê li dar xistin.
Şeva heman rojê li Büyükçekmeceya Stenbolê wesayîta endamê MHPê yê faşîst ê bi navê Firat hat şewitandin. Di encama çalakiyê de; “Wesayît bi temamî şewitî û nekare bê bikaranîn.”