NAVENDA NÛÇEYAN – Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de, Yekîneyên YCWK Edeneyê li dijî wesayîtên zirxî yên polîsan bi şev li Taxa Barbaros a navçeya Seyhana Edeneyê çalakiyek pêk anîn.
Yekîneyên YCWK’ê yên Edeneyê ku di çalakiyê de qad girtin, nehiştin dagirker bikevin qadê û li dijî wesayîtên zirxî bi kevir, molotof û fîşekên hewayî çalakiyek li dar xistin. Yekîneyên YCWK’ê yên Edeneyê ku heta derengiya şevê çalakiya xwe berdewam kirin dan diyar kirin ku, “Di vê pêvajoya dîrokî de divê her kes ji bo rola xwe ya dîrokî bilîze dakevin qadan û çalakiyên bêdemî pêk bînin. Her çalakiya li dijî tecrîd, îmha û înkarê rewa ye. Ciwanên welatparêz ên ku Rêber APO rola pêşengiyê daye wan, wê vê rola xwe di asta herî jor de bidomînin. Ciwanên Kurdistanî yên welatparêz heta ku di nava refên YCWK’ê de berxwedanê mezin nekin û encamê bi dest nexin, divê ji kolanan venekişin.”