QAMIŞLO- Yekîtiya Jinên Ciwan di 18’ê Mijdarê meşêk ji bo 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê der bixin. Ji bo we Jinên Ciwan ên Qamişlo dest bi amadekariyên kirin. Meş çarçoweya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” bi beşdariya jinên ciwan ên Ereb, Kurd, Asûrî û Ermenî li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were organize kirin.
Li gelek cihan jinên ciwan daketin qadan û ji bo meşê belavok belav kirin û pankart çêkirin. Jinên ciwan li Navenda Yekîtiya Jinên Ciwan a Qamişlo li hev civiyan û pankarta bi kurdî “Tecrîd şîdeta herî mezin e” amade kirin.
Jinên ciwan bi vê dirûşma ser pankartê bal bikşinin ser îşkence, tecrîd û pergala tecrîdê ya li ser Rêber APO tê meşandin.
Meşa ku wê di 18’ê Mijdarê de bê lidarxistin, wê saet di 13.30’an de li Hesekê – Qada Sinalko dest pê bike.