NAVENDA NÛÇEYAN – Di çalakiyên HRE’yê yên 9 û 10 Mijdarê de 3 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hatin kuştin.
Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî têkildarî çalakiyên xwe yên li hember çeteyên dewleta Tirk a dagirker agahî parve kirin:
“9’ê Mijdarê li xeta Mareyê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hate kuştin, dîsa heman rojê li xeta Şerayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî din hate kuştin.
10’ê Mijdarê li Xeta Şêrewayê di çalakiya sekvanî de çeteyekî dagirker hate kuştin.”