NAVENDA NÛÇEYAN – HPG’ê ji bo bîranîna 3 gerîlayên şehîd bûne got, “Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber li her qada ku lê mane, bûne navê jiyan û şerê fedaî.”
Di daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê de derbarê gerîlayên şehîd bûne de wiha hate gotin:
“Em hevrêyên xwe Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ên ku di êrîşa dijmin a 14’ê Mijdara 2019’an a li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûne di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bibîr tînin.
Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber, di pêvajoyeke ku li tevahiya Kurdistanê êrîşên qirkirinê yên li hemberî gelê me bi dijwarî hatin pêkanîn de, bêyî ku kêliyek jî dudilî bin xwedî li erkên xwe derketin û tevlî nava têkoşîna hebûn û azadiyê ya gelê me bûn. Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ku li ber ronakbûna têkoşînê û bi cewhera ku bi pêşengiya partiya me PKK’ê li Kurdistanê bi pêş xistî mezin bûn, di emrê ciwantiyê de rastiya dijmin nas kirin û bi tevlîbûna li nava refên azadiyê re berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me bi cih anîn. Hevrêyên me yên ku ketin ferqa jiyan dema ku bi wate û azad be dibe xwedî nirx, zanin ku ev yek bi felsefeya azadiyê ya Rêber Apo pêkan e û li ser vê esasê xwe bi temamî fedayê têkoşînê kirin. Hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber ku weke pêwîstiyeke berpirsyariya şoreşgerî didîtin ku li her qadê li dijî êrîşên dijmin ên li ser lêgerîna jiyana azad a gelê me têbikoşin, li her qada ku lê bûn, bûne navê jiyan û şerê fedaî. Heta nefesa xwe ya bi baweriyeke mezin girêdayî têkoşînê man û bûne mînakên herî berbiçav ên nifşê şoreşger ku li Kurdistanê derketine holê. Weke hevrêyên wan em soz didin ku em ê erkên şoreşgerî yên hevrêyên me Xemgîn, Xwînrêj û Rêber radestî me kirine bi serketinê tacîdar bikin û em ê bi ser bixînin.
Em careke din di salvegera şehadeta hevrêyên xwe Xemgîn, Xwînrêj û Rêber de, wan bi rêzdarî, hezkirin û mînetdarî bibîr tînin û sersaxiyê bi taybetî ji malbatên wan ê hêja re û ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin.”
Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:
Nasnav: Xemgîn Oremar Nav û paşnav: Behçet Gurdal Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Sara- Şerîf Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Xwînrêj Spêrtî Nav û paşnav: Mehmet Bozkurt Cihê jidayikbûnê: Şirnex Navê dayik û bav: Asiran- Hacî Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Rêber Dizê Nav û paşnav: Adem Çîftçî Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Navê dayik û bav: Asya- Mehmet Dem û cihê şehadetê: 14 Mijdar 2019/ Herêmên Parastinê yên Medyayê |