BERLÎN – Îro danê sibê saet di 6’an de 4 aktîvîstên Komuna Ciwanên Enternasyonalîst a Berlînê li Berlînê peykerê Molecule Man dagir kirin. Çalakgeran li ser peykerê Pankartek mezin a bi nivîsa “Şerê Cîhanê yê Sêyemîn red bikin – Em ji Almanyayê re mûşekên menzîla navîn naxwazin – Em Eurofighters li Kurdistanê naxwazin” daliqand. Ev çalakî weke bertekek li dijî amadekariyên şer ên Elmanyayê û rola wê ya di pevçûnên navneteweyî de hate organîzekirin.
Çalakgeran bertek nîşanî daxuyaniya Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz a di Civîna Bilind a NATOyê de ya ku gotibû dê mûşekên menzîla navîn ên DYA’yê ji nû ve li Elmanyayê bên şandin, dan. Di daxuyaniyê de tê diyarkirin ku ev biryar dikare Almanyayê bike hedefa Rûsyayê. Çalakgeran bi gotina, “Dewlemend şer dixwazin, lê ciwan pêşeroj in!” di şerên berjewendiyê de bikaranîna ciwanan şermezar kirin.
Di heman demê de erêkirina vê dawiyê ya firotina balafirên şer ên Eurofighter ên bi buhayê 4 milyar dolarî ji bo Tirkiyê jî hate protestokirin. Çalakgeran diyar kirin ku Elmanya bi piştgiriya rejîma AKP/MHP’ê di êrîşên li dijî herêmên Kurdan de cih digire.
Dema ku polîsên Berlînê li cihê bûyerê tedbîrên ewlehiyê digirtin, çalakgeran bang li ciwanan kirin ku li dijî şer û mîlîtarîzmê bên cem hev û gotin: “Li Kurdistan, Îsraîl, Ukrayna, Sûdan û li her derê şer rawestînin!”