BERLÎN – Endamên Komîteya Jinên Ciwan a ji bo Aştiyê li ber deriyê Brandenburg ê li paytexta Elmanya Berlînê pankart aliqandin. Jinên ciwan ên ku pankarta bi posterê mezin ê Rêber APO û nivîsa “Ji Abdullah Ocalan re azadî” vekirin û meşale pêxistin, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO.
Komîteya Jinên Ciwan a Aştiyê ku daxuyaniyeke nivîskî da, nerazîbûn nîşanî tecrîda li ser Rêber APO da ku di encama Komploya Navnetewî de di sîstema qirkirina Îmraliyê de hatiye hiştin. Her wiha bal hat kişandin ser bombebarankirina bajarên Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk a faşîst a bi piştgiriya çekan a dewletên Ewropayê.
“Ev çend sed sal in civaka Kurd hatiye tepisandin û hebûna wê hatiye îftirakirin. Ev êrîş heta roja me ya îro jî dewam dikin. Di hefteyên dawî de bombebaranên bakur-rojhilatê Sûriyê, Şengal û bakurê Iraqê dîsa zêde bûn û tê de piraniya binesaziya sivîlan bi zanabûn hate rûxandin. Li hemberî perspektîfa aştiyê ya ku Abdullah Ocalan ji bo vê rewşê pêş xistiye, beriya niha bi 25 salan bi binpêkirina mafên mirovan re hat revandin û ji hingî ve di hucreyên yek kesî de tê ragirtin.
Helwesta Almanyayê? Beriya bi mehekê hikûmeta Elman ji bo ku destekê bide polîtîkaya xwe ya derzagonî zêdekirineke tûj a îxracata çekan a ji bo Tirkiyê ya faşîst erê kiribû. Ji bo çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd, di pêşketina vê de divê Abdullah Ocalan roleke aktîf bilîze, em daxwaza çareseriya siyasî dikin. Ev pêvajo wê ji bo muzakereyên aştiyê yên li herêmên din ên Rojhilata Navîn û cîhanê bibe modelek. Çalakiya me piştgiriyê dide kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” tê lidarxistin.
Ji 09.10.1998’an ve ku Ocalan ji Sûriyê hate derxistin û piştre hate revandin 15.02.1999’an û vir ve li Girava Girtî ya Imraliyê di esareta Tirkiyê de ye. 3 hefte berê piştî tecrîda topyekûn a 43 mehan bi siyasetmedar û fîlozofê Kurd re hevdîtina pêşî hate kirin. Lê dîsa jî têkiliya wî û parêzerên wî ku 5 salan nedîtibû hate redkirin. Hucreya yekkesî ji aliyê rêxistinên mafên mirovan û siyasetmedarên cuda ve weke rêbazeke îşkenceyê tê tesnîfkirin. Tê zanîn ku vekişîna hevbandoriyên mirovan bandorên giran li sîstema rehikan a otonomî, têgihiştin û derûniyê dike.
Di nava 25 salên dawî de, gelek însiyatîf û çalakiyên herêmî û navneteweyî yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan pêk tên, hene. Herî dawî ji 35 welatan zêdetirî 1500 parêzer ji bo rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan û 5 girtiyên din ên li ser Îmraliyê bang li Wezareta Dadê ya Tirk kirin. Di Tîrmeha îsal de 69 Xelatgirên Nobelê nameyek ji saziyên Konseya Ewropayê û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî re nivîsandin û her wiha xwestin dawî li tecrîdê were anîn.
Ji ber ku di salên 1990 û 2010’an de pêvajoyên aştiyê yên berê û axaftina serokê MHP’ê Bahçelî ya di 22’ê Cotmeha 2024’an de li parlamentoya Tirkiyeyê, rola Abdullah Ocalan a di pêvajoya aştiyê de girîng e. Dewleta Tirk bi Erdogan di serê xwe de çareseriya aştiyane ya pirsa Kurd red dike. Hê hefteya bihurî sê şaredarên Kurd ên bi rengekî demokratîk hatine hilbijartin ji wezîfeyê hatin girtin û rêveberên alîgirê hikumetê li şûna wan hatin bicihkirin. Li Rojhilata Navîn rewş her ku diçe zêde dibe û bandorên van şeran dê bê xeyal be: Binesaziya hilweşiyayî, belavbûna rêxistin û nifşên îslamî yên ku bi şer û tundiyê hatine binavkirin.
Şert û mercên ji bo aştiyeke adil û mayînde ya Rojhilata Navîn nebaş in. Lê belê li ser bingeha têgeha konfederalîzma demokratîk a ji aliyê Ocalan ve hatiye pêşxistin, alternatîfeke civakî kariye xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di têkoşîna li dijî Îslamîzmê de demokrasiyê ava dike, nîşan bide. Di 13’ê Mijdara 2014’an de 10 sal berê îro rizgarkirina Şengalê ji destê DAIŞ’ê ku bi hezaran keç û jinên Êzidî revandin, bi piştgiriya bîrdozî û pratîk a Bakurê Sûriyeyê pêkan bû. Perspektîfa Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên tevahiya Rojhilata Navîn dikare ji nû ve pêşî li pêvajoya aştiyê veke û firsenda aştiyeke adîle li ser rûyê erdê pêşkêş bike.
Di demekê de ku dora me bi şer e, divê em nîqaşeke gerdûnî li ser aştiyê bikin û li hemû herêmên cîhanê pêvajoyên aştiyê bi pêş ve bibin. Dijwarbûna rewşa şer a li Rojhilata Navîn û gelek cihên din ku gelek caran ji me gelekî dûr xuya dike, yekser pêwendiya xwe bi zêdekirina hêzên antî demokratîk û faşîst ên li Ewropayê heye.
Em daxwaz dikin ku FRG dawî li tecrîdkirina Abdullah Ocalan bîne, tavilê hemû îxracata çekan a ji bo Tirkiyeyê rawestîne û hevalbendê NATO’yê ji ber binpêkirina mafên mirovan cezayan bibire. Em bang li mirovên hevkar dikin ku ji bo aştî, demokrasî û rûmeta mirovahiyê bi hev re rabin ser piyan û alternatîfeke civakî ava bikin.
Em bi xêrhatina hemû jinên ciwan dikin ku tevlî rêya me ya ji bo jiyana azad bibin.
Bijî hevgirtina navneteweyî!
Bijî hêviya cîhaneke di nava aştiyê de!”
Komîteya Jinên Ciwan a ji bo Aştiyê