HESEKÊ- Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Hesekê û Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz ên Hesekê, bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, di çarçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de, di 18’ê Mijdarê de ji bo meşa girseyî ya ku jinên ciwan ên Ereb, Kurd, Asûrî û Ermenî wê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bibin, dest pê amadekariyan kirin.
Li gelek deveran jinên ciwan daketin qadan û belavok belav kirin. Jinên ciwan li Parka Azadiyê ya Hesekê li hev civiyan û pankartên bi nivîsên “Tecrîd şîdeta herî mezin e”, “Jin Jiyan Azadî”, “Bi rêxistina jinan re em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin”, “Li dijî tundiya li ser jinê serî hildin” amade kirin.
Endama Yekîtiya Xwendekarên Welatparêz Lîlav Serêkaniye di axaftineke kin de ji ajansa me re, bang li hemû jinên ciwan kir ku ji bo meşa ku wê 18’ê Mijdarê saet 13.30’an li Hesekê – Qada Sinalko bê lidarxistin tevlî bibin.
Lîlav diyar kir ku ew ê bi hêza têkoşîna hevpar a jinan tundiya li ser jinê ji holê rakin û tecrîda li ser Rêber APO bişkînin û got, “Bi vî rengî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber APO misoger bikin, ji ber ku jin çavkaniya jiyanê ye.”