BERLÎN – Ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li Berlînê dijîn, ji bo mîtîng û meşa 16’ê Mijdarê roja Şemiyê ya li Kolnê bê lidarxistin daxuyanî dan.
Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Azadî” derbasî qonaxa xwe ya 2’yemîn dibe, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO wê li bajarê Koln ê Elmanyayê bi beşdariya sed hezaran kesî mîtîng û meş bê lidarxistin. Li ser vê yekê ciwanên li Berlînê dixebitin bal kişandin ser tecrîda mutleq a girankirî ya li ser Rêber APO û banga tevlîbûna meşê kirin.
Li ser navê TCŞ’ê Botan Amed daxuyanî da û got, “Ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO em ê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bin. Em hemû ciwan û gelê xwe yê welatparêz vedixwînin meşê.