NAVENDA NUÇEYAN- Rêhevala me Ronahî Amanos (Hêvîn Hisen) ku bi fedekariyeke mezin xizmetê şoreşê kir û bi salan li gelek qadan pêşengiya kar û xebatan re kir, beriya çend rojan ji ber kriza dil derbas dike radikin nexweşxaneyê. Hevala me Ronahî îro danê sibê li nexweşxaneya Şehîd Xebat Dêrîk ku lê dihat dermankirin gihişte şehadetê.
Li pey xwe mîrasa ruhê ciwanên welatparêz û şoreşger hişt.
Hevrêya me Ronahî ku endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bû, di sala 2020’an de beşdarî xebatê me yên ciwanan dibe.Beriya wê jî hem di qadên leşkerî û hem jî di gelek qadên din de xebat meşandiye û ti carî ji erk û berpirsyariyên ku dem û pêvajo dixwaze gav paşve neavêtiye.
Rêhevala me Ronahî tû car ji xwe re westandin qebûl nedikir û bi ked û fedakartiya xwe ya di têkoşînê de her tim kariye kar û xebatên ku meşandiye ber bi serkeftinê ve bibe.
Ji 7 heta 70 salî li her derê bi her kesî re di nav tekiliyê de bû. Bi germî, dilnîzmî nêzî herkesî dibû û civakbûna xwe ji derdora xwe re bûye mînak.
Wê bi coş û kelecaniya xwe ruhê ciwantiyê her tim zindî hiştiye û weke jineke ciwan ê APO’yî, xwe di fikir û felsefeya Rêber APO de kûr kiriye û ji bo ku vê fikrê bigihîne ciwan û jinên ciwan ên derdora xwe, wê di serî de Bakur û Rojhilatê Sûriyê, xwe gihand ciwanên Rojhilata Navîn, ji bo vê yekê hewl da û kedeke mezin da vî xebatê.
Hevrêya me Ronahî ku her tim li her derê çalak bû, bi hêrs û kîna xwe ya li hemberî dijmin dihat naskirin û bi têkoşîn û îradeya xwe ya di qada şoreşê de hewl da vê kînê bi her awayî nîşanê dijminê dagirker bide. Di axaftinên xwe yên li her dem û cihan de her tim bal kişand li ser mîsyona pêşeng a ciwanên şoreşger û berpirsyariyên ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO divê hilgirin ser milên xwe û diyar kir ku divê her roj, her saetekê têkoşînê xurtir bikin. Li ser vê bingehê ji bo hemû axa Kurdistanê û bi taybet Efrîn û Serêkaniyê were rizgarkirin, di tevahiya jiyana xwe de gavên mezin avêtin.
Weke Tevgera Ciwanên Şoreşger ê Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan em ala têkoşînê ya ku rêheval Ronahî radestî me kiriye, li her derê bilind bikin. Em bejna xwe bi rêzdarî li ber bîranînên rêhevalê xwe ditewînin û soz didin ku em ê li ser şopa rêhevalê xwe bimeşin û li her derê ruhê ciwantiya APO’yî biparêzin.
Nav û Paşnav: Hêvîn Hisen
Navê Tevgerê: Ronahî Amanos
Nav Dayîk: Xadice
Navê Bav: Alî
Cihê û dîroka dayîkbûyînê: 01.01.2000 – Ahras
Cih û Dîroka Şehadetê: 15.11.2024 – Qamişlo