KOLN – Ciwanên endamên TCŞ’ê yên li bajarê Koln ê Elmanyayê dijîn, ji bo meşa mezin a 16’ê Mijdarê bê lidarxistin standek organîze kirin. Xebatên meşa mezin a 16’ê Mijdarê li Kolnê di çarçoveya Pêngava “Ji Rêber APO re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” li seranserê Ewropayê bê navber didome.
Ciwanên endamên TCŞ’ê jî ji bo meşê li Kolnê Bahnhofsvorplatzê standek li dar xistin. Dema ku li standê belavok hatin belavkirin, Hevseroka KCDK-E Zûbeyde Zumrût li cem ciwanan rawestiya.
Li gel belavokên hatin belavkirin, banga meşê jî hate kirin.
Di bangên ciwanan ên bi Tirkî û Elmanî de hate gotin ku divê ciwan û mezin her kes li dijî tecrîdê di 16’ê Mijdarê de li Kolnê bin û hate gotin, “Me ciwantî dest pê kir, em ê ciwantî bi ser bikevin.”
Zûbeyde Zûmrût got, “Weke ciwanên li dîasporayê, weke jin û gelê Kurd, em ê tecrîdê bişkînin û Rêber APO azad bikin. Ev banga me ye. Ez bang li jin û ciwanên li dîasporayê dikim; “Di 16’ê Mijdarê de werin Kolnê û ji bo azadiya Rêber APO em bi hev re cihê xwe bigirin.”
Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok APO”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Ciwan Fedayê Rêber APO ne” hatin qîrîn.