BEHDÎNAN- HPG’ê gerîlayê şehîd bi bîr anî û got, “Bi xebatkarî, dirûstî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya xurt ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak.”
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Hevrêyê me Soran Maprîz di 1’ê Tebaxa 2019’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Karker a Zapê di êrîşeke dijmin de şehîd bû. Em zarokê bi wêrek ê Rojhilatê Kurdistanê, milîtanê Apoyî yê hêja hevrê Soran bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin.
Hevrêyê me Soran ferq kir ku nirxên Kurdî yên neteweyî herî baş bi îdeolojiya Rêber Apo û tevgera PKK’ê re dikare bide jiyîn û dil da tevgera Apoyî. Hevrêyê me Soran fêm kir ku azadî bi hêsanî bi dest nakeve û ji bo vê yekê divê têkoşîneke xurt bimeşîne. Weke şoreşgerekî profesyonel biryar da ku bi aktîf tevlî têkoşînê bibe. Li ser vî bingehî hevrêyê me bêyî ku kêliyekî jî teredut bike, tevlî nava refên têkoşînê bû û her tim bi fedayiyane têkoşiya. Bi dilsoziya xwe ya kûr a bi rastiya şehîdan û Rêbertî re bû xwedî tevlîbûneke dirûst û samîmî. Fêm kir ku bîranîna her hevrêyek xwe yê şehîd, encex bi mezinkirina têkoşîna wan dikare bide jiyîn. Her tim pir ked da û bû xwedî hewldan. Hevrêyê me Soran bi vê taybetmendiya xwe di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt û bi xebatkarî, dirûstî, kedkarî û hevrêtiya xwe ya xurt ji hemû hevrêyên xwe re bû milîtanekî Apoyî yê mînak.
Weke hevrêyên wî em di serî de ji malbata wî ya hêja re ku şoreşgerekî mîna hevrê Soran bi têkoşîna azadiya gelê me dayî qezenckirin, ji hemû gelê xwe Ciwanro û Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyê me Soran, bi vî rengî ne:
Nasnav: Soran Maprîs
Nav û Paşnav: Şahîn Kohî Cihê Jidayikbûnê: Ciwanro Navê Dayik – Bav: Neşat – Cîhanbexş Cih û Dîroka Şehadetê: 1’ê Tebaxa 2019’an / Zap |
Wê berfirehiya daxuyaniya were…