KOLN- Li bajarê Koln ê Elmanyayê wê ji bo azadiya Rêber Apo, mîtîng bê lidarxistin. Çendek saet ji mîtîngê re mane. Ji saetên siharê ve beşdarên mîtîngê ji navendên cuda yên Ewropayê berê xwe bidin bajêr.
Kurdistanî û dostên wan di serê siharê de gihiştin qada mîtîngê ya li Deutzer-Werft’ê. Bi govend, tilîlî û dirûşmeyan dîmenên bi reng û balkêş çêbûn.
Gel bênavber dirûşmeya ‘Bijî Serok Apo’ berz dike.