NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo meşa navendî ya îro ya 16’ê Mijdarê ji bo azadiya Rêberê APO ji gelek rêxistin û çalakvanên cîhanê bangawazi hebûn. Îro ji bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo azadiya fîzîkî Rêber APO daketin qadan. Ji ber ku hejmara çalakvanan pir e dawî û destpêke meş nayê dîtin. Korteja meşa ji bo azadiya Rêber APO ji 1,5 kîlometreyê derbas kir.
Di meşê de rengên rêxistin û aktîvîstên cuda tên dîtin, mînak rengê enternasyonalîst bi pankarta “Rizgar bik Rêber APO, perspektîfa şoreşgerî biparêze.” Her wiha jinan bi pankarta “Silav ji jinên şoreşger re ji Rêber APO re” meşa îro xemilandîn.
Di serî de ciwanên Kurd bi qîrîna dirûşmeyên ji bo Rêber APO û gerandina govendê moraleke bilind dan. Her wiha ciwanan tevî qedexeya li Elmanyayê ala PKK’ê hildan. Her wiha ciwanan bi destên xwe pankartek ji bo Ş. Asya Alî û Ş. Rojger Hêlîn ên ku çalakiya fedaî pêk anîne boyax kirin û hildan. Gelek posteren “Bi rihê ciwanên fedayi emê dagirkeriydagirker têk bibin” ji bo şehîdan hatin çêkirin û ji aliyê ciwanan wekî rêzgirtina ji bo şehîdan hatin hilgirtin.
Metropola Kolnê îro rawestiya û li her derê Kolnê daxwaza “Ji Rêber APO re azadî” tê bihîstin. Çalakvan bênavber dirûşmeya “Bijî Serok APO” berz dikin.
Piştre li heman qadê mîtîngekê we were darxistin.