NAVENDA NÛÇEYAN – Li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêber APO û li dijî darbeya qeyûm a dewleta Tirk a faşîst, dagirker ku şaredariyên Elîh, Xalfetî û Merdînê pêk anî, çalakiyên Yekîneyên YCWK’ê didomin.
YCWK’ê li ser Platformên xwe yên Dîjîtal daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir ku di çerçoveya pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” de êvara 14’ê Mijdarê li navçeya Gungorenê ya Stenbolê li dijî tecrîda li ser Rêber APO û êrîşên qirkirinê yên li ser Kurdistanê pêk tên, di çarçoveya çalakiyên 14’ê Mijdarê de yekîneyên xwe yên Stenbolê meşek li dar xistin.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Yekîneyên me wê li bajarên Tirkiyeyê û li Kurdistanê jî li dijî dijminê qirker çalakiyên xwe bidomînin. Em diyar dikin ku çalakiyên me wê zêdetir bidomin û em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dora Rêber APO bibin yek û têkoşînê bidomînin.”