ÊLIH – Jin bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” ber bi qada mitînga “Demokrasî û azadiyê” ya li Xaçerêya Dortyolê tê lidarxistin ve meşiyan.
Platforma Saziyên Demokratîk, îro li Xaçerêya Dortyolê mitînga “Demokrasî û Azadiyê” li dar dixe. Jin, bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev. Jin, bi dirûşma Kadınlar, “Jin, jiyan, azadî” ber bi Xaçerêya Dortyolê ve meşiyan.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, aktîvîsta TJA’yê Ayla Akat Ata, parlamenterên DEM Partiyê û hevşaredarên jin jî di meşê de cih girtin. Jinan, pankarta “Jin li dijî tecrîdê li ber xwe didin” hilgirtin û dirûşmên “Jin, jiyan, azadî”, “Şaredarî yên me ne”, “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Bijî berxwedana gelê kurd” berz kirin.
Di dema meşa jinan de zilamên li derdorê jî dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.