MINBIC – Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê de, Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê ji bo xwendekarên keç ên polên heftem, heştem û nehan ên dibistanên El Karama û El Ghassaniye pêşbirka duçerxê li dar xist.
Pêşbirk ji sê doran pêk dihat; Xwendekarên Dibistana El-Ghassaniye bi Narîn Berkal û Renad Hesen bûn yekem, xwendekarê Dibistana El-Kerame Rewan Mihemed bû duyemîn.
Ev çalakî di çarçoveya xebatên berdewam ên ji bo zêdekirina rola jinên ciwan di civakê de û teşwîqkirina beşdarbûna jinên ciwan di çalakiyên werzîşî û civakî de tê lidarxistin.