NAVENDA NÛÇEYAN – Çalakiyên Jinên Ciwan ji bi boneya nêzîkbûna 25ˈê Mijdarê Roja Têkoşîna Li dijî Tundiya li ser Jinan a Navneteweyî dest pê kirin. 25’ê mijdarê an ku roja tundiya li dijî jinê. 25’ê Mijdarê wek destpêka pêngava têkoşîna li dijî zayendperestiyê tê dest girtin. Ji bo we Jinên Ciwan li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê di tevgerê de ne.
KOBANÊ
Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Kobanê ji bo meşa girseyî ya 18’ê Mijdarê hatin cem hev û amadekarîya meşe kirin. Her wiha Jinên Ciwan ên Kobanê ji bo roja tekoşîna li dijî tundiya jinê ji bo endamên Parastina Tevgera Ciwan semînerek pêkanî. Semîner bi deqeyeke rêz girtinê destpê kir û hejmareke ji jinên herêmê tevlî semînerê bûn û eleqeyek mezin jî nîşandan. Di semînerê de li ser dîroka vê rojê hate rawestîn, her wiha wê riyên çareseriyê jî çi bin hatin nîqaşkirin.
HELEB
Yekitîya Jinên Ciwan li peymangeha Helebê sinevîzyonek li ser giringî û wateya 25ˈê Mijdarê temaşekirin. Beriya ku sinevîzyon bê nişan dayîn ji bo tevahî pakrewanên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hate girtin. Piştre Fatma Mecîd ya ku ji amadekariyên nîşandana sinevîzyone berpirsyar bû ev tişt got: “Em ji wek Jinên Ciwan li ser birdoziya Rêber APO ya azadiya jin emê xwe bi rêxistin bikin. Bi zanista Rêber APO em ê civaka xwe birêxistin bikin û bi şiyara ‘Jin, Jiyan, Azadî, Serbixe Azadî’ em ê li hemû qadên jiyanê li ber xwe bidin û destkeftiyên xwe biparêzin.”
MINBIC
Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê ji bo endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Minbicê semînerek ser Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan lidarxist. Seminer piştî deqeyek rêzgirtinê, ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan a Minbicê Amal Hamo ve hate dayîn û diyarkir ku weke jinên ciwan her sal ji bo roja têkoşîna li dijî tundiya ser jinê çalakiyên cûr be cûr li dar dixin û wiha got: “ Li her qadê êrişên li dijî jinan zêde dibin. Ev tevek jî encama şerê taybet in. Em ê li her derê li dijî her cureyên tundiyê derkevin. Divê feraseta mêrsala bi paradîgmaya Rêber APO were guherandin.”