SÎNE- Ciwan û Jinên Ciwan ên Tolhildêr ên bajarê Sînê di çerçoveya hamleya “Dema Tolhildanê ye” de li bajarê Sînê û li navçeyên wî li dijî biryara îdamê ku li ser Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî hatiye girtin li ser diwaran nivis nivisandin û her wiha gelek cihan weneyên her du jina tekoşer aliqandin.
Ciwanan li ser diwaran nivisana “Li Dijî Biryara Îdamê Dema Tolhildanê ye” ve bertek û helwestê xwe li di jî biryara îdamê û li dijî hişmendiya dewwleta Îranê nîşan dan.
Ciwanan destnîşan kirin ku ewê heya dawî destkeftiyên Şoreşa “Jin Jiyan Azadî” biparêzin û bigihinin serkeftinê. Ciwanan bang li her kesî bi taybetî jî ciwanan kirin ku li Wirîşe Muradî û Pexşan Ezîzî xwedî derkevin û bibin dengê zindanan.