HESEKÊ- Jinên ciwan li gelek herêmên Kurdistanê bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinê bi dirûşmeya “Tecrîd şîdeta herî mezin e” di çarçoveya kampanya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de meşên girseyî li dar dixin.
Li ser vê bingehê jinên ciwan bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ber qada Sinalko ya Hesekê meşiyan.
Bi sedan jinên ciwan ên Kurd, Ereb, Sûryan û Ermenî yên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdarî meşê bûn. Di meşê de pankartên Rêber APO û têkoşerên fedayî Şehîd Rojger û Şehîd Asya û alên Yekitiya Jinên Ciwan ji aliyê jinên ciwan ve hatin hildan.
Her wiha wêneyên Hevberdevka Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos ku herî dawî ji ber krîza dil şehîd bû jî hatin rakirin.
Jinên ciwan jî bi pankarta “Ji darvekirinê re na” biryara cezayê darvekirinê yê Îranê li 3 jinên pêşeng ên şoreşger protesto kirin.
Her wiha pankarta bi nivîsa “Tundiya li ser jinê tundiya li ser civakê ye” hate vekirin û bal hat kişandin ser polîtîkayên qetlîamê yên li ser jinê û bal kişand ser bandora wê ya li ser civakê.
Jinên ciwan bi dirûşma “Tecrîd Tundiya herî mezin e” meşiyan.
Jinên ciwan her wiha bi dirûşmeya “Tecrîd tundiya herî mezin e” bal kişandin ser tecrîd û polîtîkayên izolasyonê yên li ser Rêber APO tê meşandin. Jinên ciwan bi pankarta “Ji Rêber APO re hezar silav” dilsoziya xwe ya bi Rêber APO re nîşan dan.
Di meşê de dirûşmên “Jin Jiyan Azadî” Bijî Berxwedana YJA-STAR” “Bijî Serok APO” hatin qîrîn.
Meş li ber Parka Rêber APO bi dawî bû. Li vir di şexsê şehîd Ronahî Amanos de ji bo bîranîna hemû şehîdên jin ên şoreşger deqeyek rêz hate girtin. Piştre bi Erebî û Kurdî ravekirin hatin kirin.
Axaftina bi Kurdî ji aliyê endama jin a ciwan a PYD’ê Sara Hisên ve hat kirin.
Hisên di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Rêber APO ya li Îmraliyê û diyar kir ku divê jinên ciwan destekê bidin vê berxwedanê û azadiya fîzîkî ya Rêber APO pêk bînin.
Hisên her wiha bal kişand ser berxwedana destanî ya li dijî dagirkeriya faşîst a dewleta Tirk a bi pêşengiya gerîlayên YJA-STAR li çiyayên azadiyê û got ku berxwedana gerîla derbeke mezin li dijmin xist û dijmin gihandiye sînorê tinebûnê. Sara Hisen jî bal kişand ser peyama Rêber APO û diyar kir ku ev yek bi têkoşîna gel û gerîla pêk hatiye û divê ev têkoşîn bê navber bidome û jinên ciwan pêşengiya vê têkoşînê bikin.
Piştî axaftinê ji aliyê komek jinên ciwan ve pêşandana tekwandoyê hate lidarxistin.
Di heman demê de jinên ciwan li Mexmûr û Şengalê meşiyan.