MEXMÛR- Îro li Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê meşek girseyî ya jinên Ciwan li dijî tunditiya li ser jinê di bin pêşengtiya TJCM ( Tevgera Jinên Ciwan ên Mexmûrê ) hat lidarxistin.
Ev meş bi boneya 25’ê Mijdarê roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê di çerçoveya pêngava ‘Jin Jiyan Azadî, Serbixe Azadî’ de pêk hat. Bi dirûşmeya ‘Bi hest û fikira jina azad emê dawî li pergala zilamsalar bînin’ bi sedan Jinên Ciwan heybetek mezin dan meşê. Li gelek navendên Kurdistanê Jinên Ciwan çalakiyên hemwext lidarxistin.
Meşa Jinên Ciwan ên Mexmûr bi slogana ‘Na ji tundiyê re’ li ber Saziya Malbatên Şehîdan bi rê ket. Bi dengên bilind û kelecanekê mezin berê xwe dan parka Şehîd Aryen Cûdî. Piştî deqekî rêzgirtin ji bo hemû Şehîdên tekoşîna Azadiya Jinê, endama TJCM Roj Yildistan Daxuyanî xwend.
Daxuyaniya TJCM bi vî rengî ye:
‘Pergalekî ku bi aqilê mêr ê serdest avabuye, tekoşîna azadî û wekhevî a jinan li pêşiya xwe wek astengiya herî mezin dibine. Ev pergal di esasê xwe de jî li ser koletî ango kolekirina jinan hatiye avakirin. Pergala zilamsalar bi ketina ferqa hêza jinê ya civakbuyinê re armanc dike ku bi xistina jinê re jiyana bindest li ser giştî civakê jî ferz bike. Hebuna fikir û kesayeta jina azad wekî tunebuna pergala zilamsalar dibîne, ji ber vê dixwaze heyina jinê tûne bike. Bi vê yeke re tundî, zext, şer, tunekirin, kedxwarî wek amûrên herî sereke a desthilatdariyê li ser jinan tên bikar anin.
Lê bi berxwedanî û tekoşîna jinê hemû rengên êrîşên zilamsalar yên di aliyê maddî û fîzîkî de negihiştin armanca xwe. Ji xwedavenda jin-dayik heya xwişkên Mîrabal û bi tekoşîna jinên berxwedêr weke Leyla Qasim, Şehîd Sara, Besê Anûş heya roja me ya îro jî tekoşîna jinê hebûna xwe berdewam kiriye û mirasekî dîrokî li pey xwe dihêle. Zilam çiqasî hewildabe rê li ber xwendin, nivîsandin, azadî û deng derxistina jinê bigre jî, jinê xwe ji zanist û fikra heqîqetê bê par nehêlaye. Her jina ku bi riya tekoşînê dikeve ferqa heyîna xwe de serî li beramberî vê pergalê radike û ji bo azadiyê têdikoşe.
Zilamê desthilatdar piştî ku dikeve ferqa hêza jina ku xwe nas kiriye de pêwîstî dît ku rêbazên tunditiye biguherîne. Li gel êrîşên tundiyê serî li rêyên bişaftina hizir, raman, hest û aqlê jinê jî dide. Di serdema pergala kapîtalîzmê de jin wekî amurekî tê bikar anîn. Bi ideolojiya liberalizmê a moderniteya kapîtalîzm jin wekî beden heye lê rih, mejî û hestên wê eydê zilame. Bi nijadperestî, zayendperestî, olperestî û zanistperestiye re jin ji xwebûna xwe derdikeve û dikeve xizmeta pergala zilamsalar. Wekî ku jin azad e dide xuyakirin lê ya tê jiyan kirin koletiya herî kûr e. Lê rûxmê vê em dibinin ku zext, kuştin, tecawiz û zewaca bi dara zorê a li ser jinan gihiştiye asta herî jor. Narîn Guran, Rojîn Kabayiş, Jîna Aminî minakên şêmber in. Dîsa Werişe Muradî ji ber ku jinekê tekoşere cezayê îdamê li ser hatiye birin.
Heman deme kesên ku parastin û piştgiriya tekoşîna jinê dikin jî tên cezakirin. Yek ji kesên ku azadiya jinê xistiye bingeha tekoşîna gelên bindest Rêber APO ye. Rêber APO dîroka jinê rast xwand, heqîqeta jinê rast fêmkir û li ser vî esasî got ‘ heya jin azad nebe, civak jî azad nabe’. Îro bi felsefeya Rêber APO a ‘ Jin Jiyan Azadî’ qadên tekoşîne berfireh dibin. Ji ber vê yeke em dibinin ku Rêber APO bi tecridekê girankirî tê cezakirin. Bi taybetî li Kurdistanê kiryarên dijminên jinan her roj zêdettir dibe. Jina Kurd ku îro pêşengtî ji tekoşîna azadiya jin re dike, rûbirû yê êrîşên hovane tê.
Ji bo vala derxistina van êrîşan û ruxandina pergala zilamsalar, wek jinên ciwan li derdora mîrateya ku jinên berxwedêr hiştine xwe rêxistin kirin, erke me yê serekeye. Bêguman heya tekoşînek radîkal neye meşandin, em nikarin pêşiya tundiya ser jinan jî bigirin. Xwedî derketina rast a dîroka azadiya jin bi rabuna erka xwe parastinê ve pêkane. Felsefeya ‘ Jin Jiyan Azadî’ encax bi zanista jinê -Jineolojî- xwe perwerdekirinê ve dikare jiyanî bibe. Bi taybetî ji bo şikandina tecrîda li ser Rêber APO xwe li ser xeta jina azad kûr kirin û li ser vî esasî hevaltiyek rast bi Rêber APO re meşandin yek ji erkê me yê esasî ye. Li ser vî esasî em bang li hemû jin û jinên ciwan dikin û dibêjin ‘werin em diruşmeya Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî her qadê bizivirînin qada serhildanê û dawî li hişmendiya qirker û dagirker bînin.’