ên Rojava (Bi dehan jinên herêma Dirbesiyê ji bo şermezarkirina sîstema Îmraliyê rabûn xwepêşandanê. Xwepêşandan li pêşiya navanda Yekîtiya CiwanYCR) destpê kir û heyanî navenda Kongreya Star berdewam kir.
Piştî deqeyekê rêzgirtine endama Kongreya Star Nesrîn Meimê daxuyanî xwend.
Daxweyanî wiha ye:
ʺ Em tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar dikin. Ji bo gel azad û bi rûmet bijî Rêber APO jiyana xwe feda kir. Kesek nikare roniya riya me ku bi fikir û felsefeya Rêber APO ronî bûye, bitefîne. Heyanî Rêberê me azad bibe em ê têbikoşinʺ.
Xwepêşandan bi dirûşmeyên `Bê Serok jiyan nabe, Bijî Serok APO` bi dawî bû.
Nûçe ciwan ( Dûnya Qasim)