ŞENGAL- Di çerçoveya kampanyaya “Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî” de li gundê Sinûnê a girêdayê Şengalê, bi pêşengtia Yekîtiya Jinên Ciwanên Şengalê li dijî tundiya li ser jinan meşekî hat lidarxistin. Gelek jinên ciwan ji saziyên cûda yên Rêveberiya Xweser a Şengalê tevlî meşê bûn. Jinên ciwanên Êzidî û Ereb bi hêrsekî mezin, qetliam û şidetên ser jin şermezar kirin û li dijî hişmendiya zilamsalarî biryardariya tekoşînekî hin bilindtir dan.
Jinên ciwan di giştî meşê de bê navber durişmeyên “Jin Jiyan Azadî” “Bijî Serok APO” berz kirin.
Di dawiya meşê de ji bo tevahî jinên tekoşer deqeyekî rêz girtinhat girtin. Piştre ji aliyê endama Yekîtîya Jinên Ciwanên Şengalê (YJCŞ) Dilo Şengalî daxuyaniyekê xwend. Daxuyanîya bi vê awayê bû :
“Îro roja tekoşina hember tundiya jin e. weke her roja me ya giring, dîroka 25ê Mijdarê jî, dîrokeke bi xwîn û êş, bi berxwedanî re geş e. Em di serî de di şexsê xwişkên Mirabel de her jinekê ku bûye nefereke têkoşîna azadiya jin, serê xwe netewandiye, zextên zilamsalar qebûl nekiriye û di oxirê wê de canê xwe daye weke Şehîd Sara, Rojbîn, Leyla, Sêve, Pakîze, Fatma, Hevrin Xelef, Jîna Emînî heta Cîlanan em bejna xwe ber wan de ditewînin û jinên ku di çeperan de şer dikin gerillayên YJA STAR, YPJ, YJŞ û hemû jinên têkoşer ya cihanê slav dikin.
Rojhilatanavîn di nav şerê cîhanê ya sêyemîn de derbas dibe. Di navenda vê şerê de yê ku herî zêde tê qetilkirin, kuştin, tundiyê re rûbirû dimîne, ji mafên xwe bêpar dimîne jin û zarok in. Heman demê di bin destê rejîmên zilamsalar de jin û taybet jınên ciwan rastî gelek êrîş û tûndiyê tên. Yek ji wan jinan ku rastî herî zêde êrîşê tên jî jınên Ezidi ne. DAÎŞ bi erişên xwe yên hovane, êşên ku bi sedan salan nikare were bîrkirin ji jinên Êzidî re da jîyankirin. Hîn jî bi hezaran jinên Êzîdi di destê DAİŞ’ê de ne û aqûbeta wan nediyare. Di roja me ya îro de jî bi faşizma Erdoğan û bi politikayên Şerê taybet ya PDK re tên hedef girtin. Hikûmeta Iraqê dixwaze zewaca zarokên 9 salî rewa bike. Politikayên dewletan ya zilamsalar dijminatîya xwe ya jinê didin diyarkirin û bi bêceza hiştinê re, tecawizkar û qatilan re dibin cesaret. Lê ê kû kêlî bi kêli berxwe dide, axa xwe, çanda xwe, baweriya xwe, mafên xwe diparêze jî jin in, jinên ciwan in. Ser vê esasê em dibêjin ku ji xwişkên Mirabel heta roja me ya îro em teslîm nebûn, em ê teslimê zilamsalari nebin. Bost bi bost ya axa Kurdistanê, ji zindanên Îranê heta kolanên Xezayê, ji Afqanistanê heta Zapê hilweşandina we, ji destê me, destê jin be. Emê tola 5 hezar salan rakin û bi Rêbertiya azad re sedsala 21 bikin sedsala şoreşa jin.”
Çalakiyên jinên ciwan bi duruşmayan hat bi dawî kirin