SARDÎNYA – Jinên ciwan ên enternasyonalîst li bajarê Cagliari yê Sardînyayê (Îtalya) li ser Rêber APO û îdeolojiya azadiya jinê semînerêk li dar xistin.
Li Sardînya (Îtalya), di çarçoveya pêngava ‘Ji Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî’ êvarê li navenda çandê ya Su Tzirculu’yê gelek komên ciwan û rêxistinên siyasî li hev civiyan.
Jinên ciwan ên enternasyonalîst ên ji Sardînyayê di semînerê de li ser dîroka Kurdistanê, tevgera azadiya jinê û girîngiya Rêber APO a ji bo jinên ciwan ên cîhanê axivîn. Piştî semînerê, girîngiya Rêber APO ji bo parastina çand û nasnameyê û rewşa siyasî ya heyî hate nîqaşkirin. Sardînya bi sedsalan ji aliyê hêzên cur be cur ve hatiye dagirkirin û bi awayekî sîstematîk hatiye bikaranîn. Zimanê sardînî tê bêqîmetkirin û çanda hezar salan tê tepisandin. Ciwanên Sardînî di serî de ji têkoşîna kurdan ji bo nasnameya xwe îlham girtin; ji bo parastina ziman, çand û dîroka xwe.
Jinên ciwan ên ku semîner amade kirin niha Sardînya û Sîcîlya (Îtalya) degerin û semîner û çalakî ji bo piştgirîkirina kampanyaya Rêber APO organîze dikin.