NAVENDA NÛÇEYAN – Şehîdê Tevgera Ciwanên Şoreşger Ronahî Amanos ku di roja 15’ê Mijdarê de şehîd ketibû, 17’ê Mijdarê li Şehba bi merasîmeke bi heybet hat veşartin. Piştî merasîme ciwanên li Kobanê û Reqayê ji bo şehîd Ronahî bîranînêk li dar xistin.
KOBANÊ
Li navenda ciwanan a Kobanê Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ji bo Ş.Ronahî Amanos bîranînêk organîze kirin. Ciwan û gelê bajêr ku hemû Ş.Ronahî ji nêz ve nas dikirin, ji bo bîranîna şehîd Ronahî amade bûn. Ciwanan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo hemû şehîdan, behsa rola Ş.Ronahî ya pêşengtiya wê di xebatên ciwanan de kirin û ev tişt hatin gotin;
“Şehîd Ronahî hevalekî fedakar bû. Rêhevaltî û Xebat ji bo Ş.Ronahî pir girîng bû. Em ê li pey şopa Şehîd Ronahî bin. Li ser vî esasî em ê xebatên xwe yên ciwanan bidomînin.”
Piştre mûm hatin pêxistin û dirûşmên “Şehîd namirin” û “Sehîd Ronahî namirin” hatin qîrîn.
RAQA
Meclisa giştî û meclîsên taxên kantona Reqayê ji bo rêzgirtina ji bo şehîd Ronahî Amanos serdana navenda Tevgera Ciwanên Şoreşger kirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo hemû şehîdên şoreşê Ş. Ronahî bi dirûşmeyên “Şehîd Namerîn” hat bi bîranîn. Her wiha hevserokatiya Meclisa Giştî Luay El-Îsa li ser şehîdan û girîngiya şopandina rêya wan axivî. Di dawiyê de ciwanan soza berdewamkirina xebata Şehîd Ronahî dan.